Cîhan

Derketina derveyî welêt li malbata Jîna Emînî hat qedexekirin

Malbata Mahsa Jîna Emînî, ya ku li Îranê di bin çavan de ji ‘polîsên exlaqî’ hat qetilkirin, ji bo wergirtina Xelata Saxarov a keça xwe xwestin biçin Fransayê, lê rejîma Îranê destûr neda û çûyîna derveyî welêt li wan qedexe kir.

Malbata Mahsa Jîna Emînî, ya ku layiqî Xelata Sakharov a mafên mirovan û azadiya ramanê hatibû dîtin, ji bo beşdarî merasîma xelatê bibe xwestin biçin Fransayê. Lê rejîma Îranê destûra derketina ji Îranê neda wan û nehiştin ku ew beşdarî merasîma xelatwergirtinê bibin. 

 Li gor nûçeya malpera IranWire, malbata Emînî ji bo beşdarî merasima roja 8ê Kanûnê bibin, çûne Firokxaneya Îmam Xumeynî ya Tehranê, lê rayedarên balafirgehê nehiştine malbata Emînî li balafirê siwar bibin.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên ji malpera nûçeyan re axivîn, rayedaran dest danîne ser pasaportên malbatê û ji wan re gotine ‘desthilata wan a çûyîna derve nîne’. 

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku parêzerê malbatê Saleh Nikbahat ji bo beşdarî merasîma xelatdayînê bibe bi rê ketiyte.

Back to top button