Cîhan
Tirkiyê ji bo şewata li Soranê sersaxî xwest
Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo kesên ku di şewata li wargeha zanîngeha navçeya Soran a bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de bi xemgînî hat ragihandin ku li gor tespîtên ewil di şewatê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û hinek kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de rehma xwedê li kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane hat xwestin, sersaxî ji xizmên wan û gelên Iraqê re û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn hat xwestin.
Doh di şewata li avahiya xwendekar û mamosteyên Soran de 14 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.