Cîhan

Rêvebirekî DAIŞê hat girtin

 Hêzên Sûriyeya Demokratîêk HSD daxuyand ku di operasyona Reqayê de rêvebirekî çeteyên DAIŞ dîl girtine.  

Di daxuyaniya HSD de ev agahî hatin parvekirin: “Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên me di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de roja Duşemê di operasyonek asayîşê de serçeteyekî çeteyên DAIŞê girtin. Hêzên me di operasyonekê de terorîstê bi navê Ebdulrezaq Mehmûd Zebkê (Ebû Xebat) ku li Taxa Ekrad a bajarê Reqayê di malekê de dima, girtin. Serçeteyê hatiye girtin berpirsyarê belavkirina çekan li şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê ya li navenda bajêr û gundewarên wê ye”. 

Back to top button