Polîtîk

Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinan amadeye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Martin Kopler nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê civiya.

Di civînê de pirosesa siyasî, kirîza Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin. Barzanî û Kopler li ser wê yekê hevfikir bûn ku, kirîza siyasiya Îraqê pêwîstî bi çareseriyeke niştimanî heye û divê hemû aliyên siyasiyên îraqî bi rêya diyalog û danûstandinan çareseriyekê ji rewşa aloza Îraqê re bibînin û pirosesa Îraqê ji wê kirîza tê deye rizgar bikin û divê hemû pêkhateyên îraqî bi cidî û dilsozî ji bo vê yekê bixebitin.

Di vî warî de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê careke din tekîd li ser helwestê herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê hertim amadeye  hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bike û hikûmeta herêma Kurdistanê amdadeye  bo danûstandinan:

          Herêma Kurdistanê tu carî derfetên diyalogê bo çareseriya probleman red nekiriye û hertim deriyên xwe ji bo çareserkirna hemû pirsan bi rêya diyalogê vekirî hêlane. Hemû pêkhateyên Îraqê divê hest bi beşdarî û şirîkatiya rasteqîne di pirosesa siyasiya Îraqê de bikin.

Ji aliyê xwe ve, Martin Kopler nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê helwest û têgihiştina hikûmeta herêma Kurdistanê li hember rewşa Îraqê bilind nirxand û tekîd kir ku, Neteweyên Yekgirtî bi hemû îmkanên xwe dê ji bona roleke baş û erênî di çareserkirina piroblemên Îraqê û pêşvebirina pirosesa siyasiyê Îraqê de bilîze, bixebite.

Rewş û pêşhateyên Suryeyê û tesîra wê li ser Îraqê û herêmê û peywendiyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re di civîna serokwezîrê Kurdistanê û nûnerê Neteweyên Yekgirtî de hatin gotûbêj kirin.

Back to top button