Nêçîrvan Barzanî: Emê li dijî hemû tundiyên li ser jinê bisekinin
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinan peyamek da û got: “Emê li her cihekî û ji ber çi sedemê be, li dijî hemû tundî û destdirêjiyên li ser keç û jinan rawestin. “Em jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nû dikin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 25ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinan peyamek belav kir û teqezî li ser wê yekê kir ku ew bi hemû hêza xwe piştevaniya têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û azadiyê dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ev tişt anîn zimên: “Bi vê minasebetê em hemû jinên ku ji ber cinsiyet û cudahiyên wan di bin zilmê de bûne û jiyana wan ji dest wan hatiye stendin bi bîr tînin. Tu tişt nikare êşa mezin a ku malbat û dê û bavên qurbaniyan hîs kirine telafî bike. Tenê dilxweşî ew e ku em hemû bi hev re bixebitin û ji bo mexdûran edaletê pêk bînin. Ji aliyê din ve em rola jinên têkoşer, rûhanî û hemû kesên ku bi her awayî ji bo baştirkirina rewşa jinan dixebitin bilind dinirxînin. Di vê çarçoveyê de em îradeya xwe ya li dijî her cure tundî, binpêkirinên mafan û çewisandina jinan bi îradeyek xurt û cidî dubare dikin. Emê bi hemahengî li gel aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê berdewam bin. Emê tu carî ji xebatên avakirina civakek azad, adil û wekhev paşde gav navêjin”.
Di sala 1999an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 25ê Mijdarê wek Roja Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îlan kir. Sedema ku ev roj wek 25ê Mijdarê hatiye destnîşankirin, li ser bûyera ku di sala 1960î de li Komara Domînîkayê qewimî ye.