Polîtîk

Serok civînekli gel wezîr û Nûnerên Kurdistan li Bexda kir

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê,  li gel Wezîrê Kurd yên li Hikûmeta Federal û Serokê Kutleyê Kurdistaniyên nav Parlemena Iraqê civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî ya nav pêvajoya siyasiya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û li ser çawayiya têkilîkirina Herêma Kurdistanê li beranber qeyrana siyasiya Iraqa Federal danustandina bîr û ramanan kirin.

Li vê civînê de li jêr ronahiya pêşniyarên lîjneya gelalekirina helwesta Herêmê li beranber Bexda û bi têbînî û nêrîna amadevanan biryar hate dayîn ew nameya ku lîjneya gelalekirina helwest amade kiriye li rêya şandê ve pêşkêşî Hevpeymaniya Nîştîmaniya Iraqê bê kirin.

Her wiha şanda Kurdistanî ku ji nûnerên hemû hêzê Kurdistaniyên nav Parlemena Iraqê pêkhatiye serdana Bexda bike û li gel nameyê komek daxwazên diyarkiriyên Herêma Kurdistanê bi Hevpeymaniya Nîştîmanî bê ragihandin. Li civînê de tekez li ser wê yekê hate kirin helwesta Herêma Kurdistanê bi çawayiya têkilîkirina Hikûmeta Bexda li gel daxwaziyên Herêma Kurdistanê ve girêdayiye.

Back to top button