Ji bona piştevanîkirina pêvajoya aştiyê, heyeteke 100 kesî ku, ji katagoriyên cihê yên civaka tirkî pêk tê, serdana başûrê Kurdistanê dike.
Rıfat Sait parlamenterê AKPê û serokê grûpa dostaniya navbera parlamentoya Tirkiyeyê û Albaniyayê ji ajansa Anadoliyayê re got:
– Ji boba piştevanîkirina pirosesa aştiyê, bi serperiştiya rêxistina Anadolî Balkan, heyeteke 100 kesî ku, ji rojnamevan, bazirgan, akademîsyen, nûner û serokên rêxstinên civaka medenî û kasatiyên civakî pêk tê serdana Hewlêrê dike û piştgiriya aştiyê bike.
ev serdan dê du rojan berdewam bike û dê digel kurd û tirkmenan bicivin û bi hev re piştevaniya pêvajoya aştiyê bikin.