Cîhan

Pisporan li cîhanê yekem veguhaztina çav li New Yorkê kirin

Pisporên ji Navenda Tenduristiyê ya Langone ya Zanîngeha New Yorkê (NYU) ragihand ku wan yekem veguhaztina çav li cîhanê kir. Her çend nexweşê ku emeliyata neqlê bû jî dîtina xwe ji nû ve negirt jî, yekem neqla çavê li cîhanê wekî qonaxek di bijîşkiyê de hate binav kirin.

Aaron James ji ber bûyera ku ji ber xetên elektrîkê yên voltaja bilind çêbû, piraniya rûyê xwe û yek ji çavên xwe winda kir.

Serokê tîma NYU Dr. Eduardo got ku, bijîjkan pêşî li veguheztina çavan wekî beşek ji veguheztina rûy ji bo armancên kozmetîkî fikirîn.

Dr. Eduardo Rodriguez got, “Eger hinek dîtin bihatana vegerandin dê pir baş be, lê armanca me ew e ku em operasyona teknîkî bikin”

Çavê ku hatiye veguheztin niha nikare bi mejî re bi riya nerva optîk re têkiliyê deyne.

Ji bo lezkirina saxbûna nervên çavê yên Aaron James, cerrah di dema emeliyata veguhaztinê de hucreyên stem ên ji mêjiya hestiyê bexşkar xistin nerva çavê James. Bijîjkan armanc kirin ku şaneyên xerabûyî bi şaneyên nû biguhezînin û nerva optîk biparêzin.
Dr. Rodriguez got ku, veguheztina çavan gelek derfetên nû bi xwe re tîne, her çend di vê rewşê de nekare dîtinê sererast bike.



Back to top button