Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîr Sûdanî civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şîa El Sûdanî kir.

Di hevdîtinê de her du alî rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya welat û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya piştevanîkirina hikûmeta federal ji bo cîbicîkirina pilan û bernameyên xwe bi awayekî ku di berjewendiya welatê xwe de be. .

Her li vê hevdîtinê de behsa hilbijartinên dahatî yên parlementoyê û girîngiya piştgîrî kirina hewlên Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo serxistina helbijartinan, derbaskirina kêşeyan û parastina aştî û aramiyê hate kirin.

Back to top button