Dewleta Bakurê Iraqê damezirînin
Nûnerê berê yê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) texmîn dike ku dewleta Kurdistanê di nava 15 salên bê de were damezirandin. Navbirî wisa baş dibîne ku kurd li cihê vê yekê, bi hevparî ligel Sunneyan ‘Dewleta bakurê Iraqê damezirînin.’
Feysel Emîn Esrabadî ku di navbera salên 2004-2007an de nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî bû. Berî wê jî şêwirmendê Ednan Paçaçî yê di dema nivîsîna destûra dayîmî ya Iraqê bû. Niha li Amerîka mamostayê zanista siyasî ye. Esrabadî di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa peywendiyên kurd ên ligel Bexdayê kir û got: “Astengiya li beramberî siyasetmedarên ereb ên li Iraqê timî ew yek bû bên neçar kirin ku beşek ji welat bin. Lê heta îro ev yek rûnedaye û min ew nûçe ji hikûmeta federalî nebihîstiye.” Navbirî di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Aliyên Şîe Iraqek dirûst kirine ku ne tenê kurd, belkî ew hestê Sunneyan jî nemaye.”
Li ser man an nemana kurdan di çarçoveya dewleta Iraqê de, Feysel Emîn texmîn dike ku dibe ew cûdabûn di nava 15 salên bê de rûbide. Navbirî diyar kir ku yek ji wan senaryoyan dûbarebûna nimûneya başûrê Sudane û wiha got: “Ango divê ew dewleta nû li Herêma Kurdistanê ya niha û bakûrê Iraqê bê dirûstkirin. Ger kurd û sunne bigihin peymanek li ser wê yekê ku parêzgehên Mûsil, Enbar û Selahedîn bikevin ser Herêma Kurdistanê û bi hev re cûdabûna ji Iraqê ragihînin.”
Nûnerê berê yê Iraqê yê NY’î Feysel Emîn Esrabadî wiha got: “Bi wî awayî wê bakûrê Iraqê bibe dewletekî pir neteweyî û wê egera pejirandina wê zêdetir bibe. Bi taybet jî ji aliyê dewletên bihêz ên li navçeyê, ji wan jî Tirkiye.”