Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Iraqê civiyan

Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serowezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî,bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Hevdem jî, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi Serokwezîrê Iraqê re serdana Hewlêrê kir.

Back to top button