Civak
Li Midyadê yekî Suryanî hat kujtin
Suryanîyê bi navê Gewriyê Akgûç ê ku li Stenbolê dima û dem bi dem diçû Gundê Yemişli yê navçeya Mîdyada Mêrdînê, 6ê Mijdarê li ber deriyê mala xwe di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Gewriyê Akgûç ê 88 salî ya ku li Stenbolê dijî lê car caran tê mala xwe ya li Taxa Yemişli (Enhîl) ya Mêrdîn-Midyadê, 6ê Mijdarê êvarê çû serdana cîranê xwe.
Akgûç dema ji serdanê vedigeriya li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa kesekî yan jî kesên nasnameya wan nediyar hat. Akgûç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.