Civak
Bi 3 dronên bombekirî êrîşê balefirxaneya Hewlêr kirin

Dijeterora Kurdistanê daxûyakirin ku, îro serêsibehê bi sê dronên bombekirî êrîşê bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê kirin.
Dijeterora Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da ku serê sibeha îro roja Sêşemê, 7ê Mijdara 2023ê, bi rêya du dronên bombekirî êrîş bo ser bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Hewlêrê hat kirin û du Dron li ezmana hatin teqandin.
Drona sûyem jî bê ku biteqe anin xwar.
Piştî vê êrîşê, geştên balafirxaneyê ji bo demekê hatin rawestandin, lê demek kurt de cardin balefirxane hate vekirin.