Sekinadina şer serxwebûna Kurdistanê nêzîk dike
Gelek caran em behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Bêgoman ev yek xewna her kurdekiye. Lê qonaxa ku em di tê re derbas dibin, mercên herêmê û cîhanê tu cara Kurdistan evqas nêzikî serbixwebûnê nekiriye.
Îro rewşa Kurdistana Başûr ji aliyê her Kurdekî ve tê zanîn. Kurdistan gelekî nêzikî serxwebûnêye, nêzike ku bikaribe dewleta xwe ragihîne. Ev îrada siyasî li Başûr heye.
Mercên siyasî yên cîhanê û herêmê , belkî niha di van rojan de destnedê vê yekê. Lê merc berbi vê ve diçin, guhertinên çêdibin di berjewendiyên Kurdan de ne û ev yek jî Başûr nêzikî serbixwebûnê dike.
Rewşa hukumeta nawendî ya Iraqê li holêye. Desthilatdariya Kurd ji bo destxistina serxwebûnek ekonomik li Iraqê di nav hewldanek mezin de ye. Roj bi roj di vê derbarê de destketinên mezin destve tîne.
Desthilatdariya Kurd taybetî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pirsa petrol û enerjiyê de gelekî çelak e. Kurd tevlî civînê enerjiyê yên navnetewî ku qedera cihanê tê gengeşekirin dibin.
Desthilatdariya Kurdistanê wek mafek yasayî petrola xwe li ser Tirkiye re difroşê Ewropa û welatên din. Di derbarê gaza xwezayî de projeyên mezin di rê de ne.
Ev hemî Kurdistanê ber bi serxwebûna ekonomik ve dibe. Heta radeyekî mirov dikare bêje ev pêkhatiye jî.
Ji aliyê siyasî de Kurdan nîşa hemû cîhanê dan ku dikarin welatan rêve bibin û pêşve bibin û li gora mercên xwe demokrasiyekî ava bikin. Dema mirov rewşa Kurdistanê û Iraqê herweha dewletên cîran bidê berhev jî ev yek vekirî dixweyê.
Gelo mercên siyasî çikas di berjewendiyên Kurdan dene? Ev yek cihê gotubêjêye. Dema wext werê ku Kurd li Başûr dewleta xwe ragihinîn, divê ji aliyê hinek welatên bingeh ve bête naskirin. Ji xwe heta Kurd ji seda sed vê demanê ji welatên pêwîst nestînin tu caran vê yekê ranagihînin.
Dema Kurd dewleta xwe ragihînin ji bo jiyan û pêşketina vê dewletê divê dewletek li herêmê dewleta Kurd nasbike. Îro di herêmê de welatê herî nêzikî vê Tirkiyeye.
Dema mirov pêwendiyên siyasî û bazirganî yê Kurdistana Başûr û Tirkiye bi kûrahî binirxîne ev yek hesanîtir dixweyê.
Îro ev şerê qirêj ku li Tirkiye û Kurdistana Bakur heyî dawî werê û şer bisekine, ev yek Tirkiye behtir nêzikî helwesta naskirina dewletek Kurdî li Başûr ve dibe.Yan jî mecbûrê vê yekê dibe.
Dewletên herêmê yên din Suriye û Îran jî ew heza ku bikaribin dijê ragihandina Kurdistanek serbixwe derkevin wek berê namîne û nemaye.
Bêgoman ev tiştên ez dibêjim, ramaneke, yan jî bi awayekî nirxandina bûyer û pêvajoya herêmê bi xweye.
Her tişta Kurdistanê bi awayekî nêzikî serxwebûnê bike, başe û erêniye. Dema mirov hinek bûyeran di vê perspektîvê ve binirxîne encam kifşe.
7.4.2013
Dara Bilek