Kultur

Emerîkê Serdar: Wê Şevê

 

Destpêka sala 2013-a paytextê Ermenîstanê Yêrêvanêda berevoka efrandinê nivîskarê kurdî navûdeng, rojnemevanê Komera Ermenîstanêyî emekdar, pûblîsîst, wergêr, xebatkarê civakî EMERÎKÊ SERDARE nuh “Wê şevê…” bi zimanê rûsî ronkayî dîtye.

Efrandinê berevokê, ku hîmlî serhatî, romanok, nexş-nîgarê hûr, bîranîn, sê parê romana wîye “Rya pêşîê min”-e nîvcî (“Heyfhildan”, “Rev”, “Li Çilkanya teze”), dota nivîskar Nûra Emerîk ji kurdî wergerandye rûsî û berevok amade kirye. Dota wîye biç’ûk Zera Emerîk êdîtorî û korêktorya berevokê kirye.

Emerîkê Serdar spasya xwe daye sponsorê vê pirtûkê Tîtalê Xano (Kîrov, Rûsîa) bona fînanskirina çapkirina pirtûkê. Nivîskar usa jî razîbûna xwe daye Îşxanê Mîro (Moskva, Rûsîa) bona wê yekê, wekî ewî alîkarî daye çapkirina vê berevokê. 

Wê şevê…

Pirtûk bi pêşgotina nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşoye (Bêlgîa) fire û qîmetlî destpê dibe, ku derheqa jiyan û şuxulvanya Emerîkê Serdare efrandarîêdane. Berevok mezine, 408 rûpêle. Eva berevoka efrandinê Emerîkê Serdare bi zimanê rûsîye sisyane. Hetanî nha 2 berevokê wî bi wergêra rûsî – “Bûkek du cara syar kirin” (2005) û “Hetanî kengê?” (2007) hatine çapkirinê. Ew xebat jî dotê wî kirine.

Têmaê efrandinê berevokê pircûrene û anegorî goveka hewaskarya nivîskare bedewetîêne: jiyana gundê kurda, heleqetîê meriva, erf-edetê kurda, mêrxasî û comerdya kurda, qewmandinê dîrokî, nazikaya psîxologîa meriva, heleqetîê mêriv tevî tebyetê û dinya heywanet û yêd mayînin.

Xwendevan, çawa nava efrandinê nivîskare berêda, usa jî yê vê berevokêda, wê bona xwe gele tiştê hewaskar bibîne: syûjêa dewlemend, dîdemê geş, nazikaya ruhê meriva. Efrandinada lîrîzma nazik heye, gele ciya hûmor berbiç’eve.   Nivîskar cîkî mezin daye nîşandayîna mesela merivê dinêdîtî û kirinê wane konkrêt. Alîê bedewetîêda jî vê berevokêda tiştê teze hene.

Nûra Emerîk.

Back to top button