Civak

Bûyerek hatûnçûnê de dayikek û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Kurtalan a Sêrtê di encama teqîna tanka LPG’ê ya di otomobila ku wergeriyayî de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên dayikê û 5 zarokên wê yên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayî  anîn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Li navçeya Kurtalan a Sêrtê di encama şewata ku di wesayîta ku wergeriya de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û şifêr jî birîndar bû.

Li gundê Hehesa Misircê otomobila reqam 72 KA 229 di rêde wergeriya û agirpêket. Otomobil bi LPG kar dikir.

Piştî bûyerê Tîmên agirvemirandinê, AFAD, 112 Tenduristiya Lezgîn û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di şewata ku timên agirvemirandinê mudaxeleyî şewatê kirin de 6 kesên ku di nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan.

Dayik û zarokên di bûyera giran de jiyana xwe ji dest dane ne: Dayik Aynur Yaşar, zarok:Bêrîtan, Viyan, Bahoz, Rûdî û Cûdî Yaşar.

Cenazeyên dayikê û 5 zarokên wê anîn Sêrtê

Back to top button