Cîhan

Îstîxbarata Amerîkî: Esad û Wagner sîstema paraztina hewayî didin Hizbullahê

Hat îdiakirin ku Serokê Sûriîyê Beşar Esad qebûl kiriye ku pergalên paraztina hewayî yên ku Rûsyayê çêkirine radestî rêxistina Hîzbullah a Şîa ya Lubnanê bike.

Li gor nûçeya CNN, li ser bingeha du çavkaniyên ji îstixbarata Amerîkayê, koma çeteyên Wagner a Rûsyayê ji bo veguhestina pergalên mûşekî yên erd-hewa yên cureya SA-22 ji bo Lubnanê hatiye erkdarkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku berê sîstemên SA-22 ji aliyê Rûsyayê ve dane hikûmeta Sûriyê. Çavkaniyek îstixbarata Amerîkî got ku tevgerên pergalên mûşekî bi navê Pantsir jî têne zanîn, ji nêz ve tên şopandin.

Çavkaniyek din a îstixbaratê tekez kir ku di van demên dawî de hevkariya di navbera Hizbullah û Wagner de gelekî zêde bûye.

Li gor hatiye ragihandin, Amerîkayê îstixbarata ku ji axaftinên di navbera rejîma Esed, Wagner û Hizbullahê yên di derbarê radestkirina pergalên çekan de bi dest xistiye. Rojnameya Wall Street Journal ku navenda wê li Amerîkayê ye, berê pêşniyaz kiribû ku Wagner sîstemên berevaniya mûşekî bide Hizbullahê.

Şervanên Wagner û Hizbullah ev çend sal in li Sûriyê ligel hêzên ser bi Rûsya û rêjîma Esed ve şer dikin. Tevî ku Hizbullahê bi piştevaniya Îranê vê dawiyê çekdarên xwe ji Sûriyê vekişandine jî, ew wek hevalbendek girîng a rejîma Esed tê dîtin.

Nûçeya ku Hizbullah bi rêya Rûsya û Esed sîstemên berevaniya esmanî bidest xistiye di demekê de ye ku şer û pevçûn li ser sînorê Libnan û bakurê Israîlê dijwar bûne.

Back to top button