Cîhan

Pentagon: Em piştgiriyê nadin agirbesta Îsraîl û Filistînê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ji ber fikarên “vejîna” Hamasê ew piştgiriyê nadin agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de.

Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder di civînek çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Di derbarê kêşeya Îsraîl û Filistînê de Ryder got: “Em piştgiriyê nadin agirbestek ku Hamas ji nû ve kom bibe û welatiyên Îsraîlî û yên din bixe xeterê”.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan jî li ser rawestana însanî ya di pevçûna Îsraîl-Fîlîstînê de wiha got: “Her rawestandina pevçûnê wê bi kêrî Hamasê bê”.

Back to top button