CîhanRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî û Macron rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Li Koşka Elysee ya Parîsê, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, pêşwaziya Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtinên dualî de, her du serokan behsa peywendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjkirina çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê û pêşhat û aloziyên dawî kirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên navbera wan di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Fransa de kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku rewş pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmet Iraqê aramiyê biparêze û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogê çareser bike.

Derbarê rewşa aloz li Rojhilata Navîn de, her du aliyan tekezî li ser giringiya hewlên ji bo rêgirtin li ber belavbûna şer, parastina sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo qurbaniyan kirin, û tekez li ser wê yekê kirin ku rewş hîn aloztir e û ev yek gefê li aştî û aramiya welat û herêmê dike.

Her wiha pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê, rewşa Sûriyê û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.



Back to top button