Cîhan
Nasrallah: Ew difikirin ku em ê şer ragihînin, em ji 8ê Cotmehê ve di şer de ne.

Serokê Hizbullah a Libnanî Hesen Nasrallah di derbarê şerê Hemas û Îsrail de daxûyaniyek da. Çend xalên girîng di daxûyaniya serokê Hizbullahê de:
Nasrallah Got:
- Ev şer şerê herî mezin e ku li ser navê Xwedayê mezin tê kirin. Eşkere ye ku şerê li dijî Îsraîl dozeke Xwedê ye. Ev şer di rêya Xweda de ye. Xelkê Xezayê di cîhanê de bêhempa ne. Ti zextên Amerîka û Îsraîlê nikarin vîna me bişkînin.
- Em hemû rêxistinên navneteweyî yên wekî Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Ereb û Neteweyên Yekbûyî bi paşguhkirina doza Filistînê de tawanbar dikin.
- Operasyona ku di 7ê cotmehê de ji aliyê Tûgayên El Qassam ve hat lidarxistin, ji bo doza Filistînê bikeve rojeva cîhanê pêwîst bû. Tufana El-Eqsa operasyoneke serbixwe bû ku ji aliyê berxwedanê ve hatibû organîzekirin.
- Tufana Eqsayê bi tevahî biryara pêşengên Berxwedana Filistînê bû. Tu bandoreke hêzên herêmê nebû. Yên jiyana xwe ji dest dane jî Filistînî ne. Ev doz doza Filistînê bû, biryara Filistînê bû.
- Cîhanê Filistîn ji bîr kir,Pêwîst bû ku bûyereke wiha mezin (Tufana Eqsayê) biqewime û vê yekê jî mijara mirovahiyê ya li vê dinyayê vegerîne rojevê.
- Çi bû sedema vê operasyona mezin? Di rejîma Îsraîlê de erdhejeke mezin a ewlekarî û siyasî çêkir. Ewlekariya Îsraîl wek tevna spiderê zirav e. Dost û dijmin derketin holê. DYA bi Îsraîlê re disekine. Hûn dizanin, Îsraîl bi hêz bû? Keştiyên şer ên Amerîkayê ji bo parastina Îsraîlê hatin herêmê. Dijmin ji roja ewil de ji Emerîkayê alîkarî xwest.
- Em ji vir bang li Ereban dikin; Ev welatê ku hûn dibêjin demokratîk e, mafên mirovan diparêze û mafên îro li Xezzeyê zarok û mirova qetil dike û ev yek nîşanî hemû cîhanê da. Tevî van jî bêdengiyeke kor heye. Ev sî roj in Xezze rastî qirkirinê tê û li ber çavê hemû cîhanê tê wêrankirin.
- Di vê qetlîamê de pêşîbehra DYA’yê ye. Berpirsiyarê vî şerî DYA ye, Îsraîl tenê amûrek e. Berpirsiyarê hemû komkujiyan DYA ye û divê bê cezakirin.
- 22 welatên Erebî hene, yek ji wan nikare birîndarekî ji Xezzeyê derxîne. Ma bêçaretî gihîştiye vê radeyê? Tu leşker û fuzeyan naşînî; Yanî hûn nikarin Deriyê Sînor ê Refahê vekin? Divê welatên Ereb herikîna gaz û petrolê ji bo Îsraîlê qut bikin.
- Li eniya Lubnanê wê çi bibe? Dibêjin ‘Hîzbullah wê şer bide destpêkirin’. Jixwe di roja duyemîn de em li ser sînorê Lubnanê ketin şer, ji 8’ê Cotmehê ve em êrîşan pêk tînin. Operasyonên me yên li ser sînor berdewam dikin, lê ev têrê nake. Di eniya Lubnanê de, dagirker tiştên ku ji sala 1948’an vir ve nedîtine dijîn. Ji şerê Tîrmehê heta niha pevçûnên wiha mezin çênebûne.
- Divê em teqez bikin ku Hamas vê berxwedanê bi ser keve. Serkeftina Xezzeyê tê wateya serketina Filistîniyan, serkeftina her kesê li herêmê. “Ger Îsraîl li dijî Lubnanê operasyoneke pêşîlêgirtinê bike, ew ê di dîroka xwe de xeletiya herî mezin bike.”


