Cîhan

Netanyahu: Di derbarê êrîşa Hemasê de hişyarî nedane min

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu da xûykirin ku, derbarê êrîşa Hamasê de Îstixbaratê tu hişyarî nedayê.

Netanyahu herwiha diyar kir ku, şerê li dijî Hemasê dê dirêj û dijwar be.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê Xê wiha got: “Li ser niyeta şer a Hamasê tu carî Serokwezîr nehatiye hişyarkirin. “Berevajî vê yekê, hemû berpirsên ewlehiyê, di nav de serokê servîsa veşartî ya leşkerî û serokê Şîn Bet (rêxistina servîsa veşartî ya navxweyî ya Îsraîlê) jî di nav de, nêrîna xwe anîn ziman ku tedbîrên ku me li dijî Hamasê pêk anîne, kar dikin û ev rêxistin li hevhatinekê digere. .”

Serokwezîr Netanyahu di peyama xwe de diyar kir ku heta destpêka şer bi berdewamî ev fikir li ber destê wî dihatin. Berevajî generalên payebilind ên Îsraîlê, serokên servîsa veşartî û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Netanyahu tu berpirsiyariya êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê qebûl nake.

Hate diyarkirin ku sedema peyama Netanyahu ew e ku di civîna çapemeniyê ya roja şemiyê de, rojnamevanekî got ku wî belgeyek ji serokê îstixbarata leşkerî û Şîn Bet re ji Netanyahu re şandiye û hişyariya zêdebûna metirsiya şer kiriye.

Herweha wek pirsekî areteyê Netanyahu dikin û dibêjin: Gelo serokwezîrguh nedaye vê belgeye? Serokwezîr Netanyahu di peyama xwe ya X de der barê vê pirsê de gotina “îdîayên derew” bi kar anî.

Gelek leşkerên ku ji bo çavdêriya “herêmên dijmin” hatine erkdarkirin, ragihandin ku wan di hefte û mehên beriya êrîşa Hamasê de li Xazeyê “tevgerên xeternak” dîtin û li ser vê yekê hişyarî dan, lê ev hişyarî ji hêla serekên wan ve cidî nehatiye wergirtin.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya piştî berfirehkirina operasyonên bejayî yên artêşê li Zîvala Xezayê de ragihand ku şerê welatê wî li dijî Hemasê “dê dirêj û dijwar be”.

Netanyahu di konferanseke rojnamevanî de roja Şemiyê got: “Şerê li Zîvala Gazayê dê dirêj û dijwar be, û em ji wî re amade ne.” Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got, “Ev qonaxa duyemîn a şer e ku armancên wê diyar in: Têkbirina artêş û kapasîteya serkirdayetiya Hemasê û anîna dîlan.” Netanyahu her wiha diyar kir ku wan bi yekdengî biryara berfirehkirina operasyonên bejahî dane.

Back to top button