Cîhan

Bingehê hêzên DYA li Iraqê bû armanca êrîşê roketan

Bingehê hêzênDYA li Iraqê, Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê cardin bû aramanca êrîşrkî. îro berê sibehê du roket avêtin Bingehê Amerika û li gora agahiya tu ziyanek canî çênebûye. Ev ne cara yûkûye ku ev bingeh dibe aramanca êrîşan û hinek caran ziyanên mezin jî pêkhatiye.

Heta niha tu aliyek berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe. Lê kifşe ku, çekdarûn milîsîn Îranî Heşda Şeibî van êrîşan dike.

Taybetî pîştî şerû Îsraîl û Hemasê , li Iraq û Suriye milîsên Îranê bingehên Amerîkî û hêzên hevpeymana dikin armanc.

Amerîka û Kanadayê hişyarî dane welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin û yên li Iraqê ne jî di zûtirîn dem de jê derkevin.

Baregeha Eyn El-Esed mezintirîn baregeha leşkerî li Iraqê ye. Ji dawiya sala 2014an ve, hêzên Amerîkî lê ne û rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.

Back to top button