Cîhan

Li Almanyayê partîyek nû û çep tê avakirin

Berî hilbijartinên federal ên ku tê payîn di sala 2025an de li Almanyayê bên kirin, siyaset her ku diçe aloztir û têkilhev dibe. Di vê dema ku desthilatdarîya Serokwezîr Olaf Scholz û partiya wî diheje û dengêran winda dikin, deng û rayên tundrew û rastgirên navendî dîsa zêde dibin.

Li hember bilindbûn û zêdebûna rastgir û netewperestîya heyî ji çepên radîkal jî ketin nav liv û tevgerê û hewl didin ku partî û tevgerek nû ava bikin. Hevseroka berê ya Die Linke (Partîya Çep) Sahra Wagenknecht di amadekarîya avakirina partîyek nû de ye.

Hevseroka berê ya Partîya Çep a Die Linke Sahra Wagenknecht, bi navê xwe hevkarîyek nû ava kir û got ku  “ew dixwaze hilbijêrên nerazî yên çep û rast bicivîne û ji hilbijartinên Parlamentoya Ewropa yên Hezîrana pêş dest pê bike “.

Wagenknecht a 54 salî ku li Almanya Rojhilat ji dayik bûye, keça bavekî Îranî û dayîkek Alman e.

Wagenknecht , motîvasyona xwe ya ji bo rêya xwe ya nû wilo rave dike: “Gelek kes êdî nizanin dengê xwe bidin kê. Ji hêrs û bêhêvîtîyê dengê xwe didin netewperest û rastgiran. Ev rewş nikare bi vî awayî berdewam bike. Ku nebe, belkî piştî 10 salan emê nikaribin welatê xwe nas bikin”.

Wilo dixuye ku wê siyaseta Wagenknacht serê serokên welatên rojava bêşîne û wan hêrs bike. Bi taybetî jî dibêje NATO û Rojava ji şerê Ûkrayna-Rûsyayê berpirsiyar in, divê çek ji Ûkraynayê re neyê firotin û sepandina ambargoyên li ser Rûsyayê xelet e“.

Back to top button