Îran: Amerîkayê 2 peyam ji me re şandin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahîyan diyar kir ku DYA 2 caran ji Îranê re peyam şandiye û got: “Di peyama yekem de gotin ‘Em naxwazin şer berfirehtir bibe’, di ya duyemîn de jî ji me xwestin ku em bêteref û lihevragir bin”.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahîyan, li Tehranê daxuyanîyek da û rojev nirxand. Abdullahîyan, daxuyand ku ew di çarçoveya nirxên olî, neteweyî û însanî de piştgirîyê didin berxwedana Filistînê ya li dijî dagîrkirîya Îsraîlê û ev yek ne veşartî ye û wiha got: “Emê bi hêza siyasî, navnetewî û medyayî piştgirîya berxwedana Filistînê ya li dijî siyonîstên dagîrkir bidomînin”.
Abdullahiyan, diyar kir ku Îsraîl dagirkirê axên Filistînê ye û wiha got: “Li gor hiqûqa navnetewî yên ku axa wan hatine dagîrkirin dikarin xwe çekdar bikin û ji bo paraztina xwe çekan bi kar bînin. Hin welatên rojavayî bi taybet yên di bin kontrola DYE de hewl didin ku bi temamî dagirkirîya Îsraîl paşguh bikin. Dixwazin Hamas û berxwedana Filistînê şermezar bikin”. Amerîkayê du caran ji Îranê re peyam şand
Abdullahîyan, diyar kir ku heta niha DYA û dewletên rojavayî ji bo vekirina enîyek nû ya ku li dijî Îsraîlê bi dehan peyam ji Hizbullahê re şandine û wiha dewam kir:
“DYA 2 caran ji Îranê re peyam şand. Di ya yekem de got ‘Em naxwazin şer berfirehtir bibe’. Ya duyemîn jî ji Îranê xwestin ku bêteref û lihevragir be. DYA îdîa dike ku naxwaze şer berfireh bike yan jî mezin bike, lê ji alîyê din ve bi çekên ku du hefte berê şandibûn û sivîlên Filistînî pê hatibûn kujtin, piştgirîya xwe ji êrîşên li ser zarok û jinên li Xezayê sepand. Ez jî bang li Serokê DYE Joe Biden dikim û dibêjim: Dawî li durûtîyê bînin. Ma mafên mirovan ên ku we di kampanya hilbijartinê de ji bo cîhanê parazt ev e?”.