Li Mexmûrê şer navbera heza Pêşmerge û artêşa Iraqê de derket
Li gora agahiyên xwecihî, li Mexmûr şerek nabvera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de rûdaye û di encam de kuştî û birîndar çêbûne. Herweha çavkaniyeke pêşmerge dibêje ku, xalên ku PKKê radestî arteşa Iraqê kirî di sinorê wan de ye û ji artêşa Iraqê daxwaz kirine ku wan xalên PKKê radestkirîn ew radestî pêşmergeyan bikin. Artêşa Iraqê ev daxwaza Pêşmerge red kiriye û ev yek jî bûye sedema şer di navbera herdu hêzan de.
Îro 22ê Cotmeha 2023ê, li çiyayê Qereçûx li sinorê Mexmûrê, hêzeke pêşmergeyan û supayê supayê Îraqê şer kirine bi çekên sivik hatine bi karanîn hat zanîn ku hêjmarek kuştî û birîndar hene.
Çekdarên PKKê 7 xalên serbazî radestî arteşa Iraqê kirîbû. Piştî hevçûnş hêza Pêşmerge xalek ji wan kontrol kiriye û doza radestkirina xalên din dike û ev dibe sedema şer.
Çekdarên PKKê wek her demî pişgiriya hêzên Iraqî dike û helwesta wan bi xwe bûye sedema şer.
Li ser giringiya wan cihên PKKyê dane destê supayê Îraqê, wê çavkaniyê got, divê ew dever ji aliyê lîwaya hevpar a supayê Îraqê û hêzên pêşmergeyan ve bê pirkirin, lê niha bi temamî di destê hêzên Îraqî de ye û ev jî dê li paşerojê arêşeyan ji bo pêşmergeyan çê bike.
Li dû zanyarên wê çavkaniyê, PKK amade nîne hevahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike û siyaseta wê xizmeta neyarên Herêma Kurdistanê dike.