Ez piştrastim PDK û YNK piştî hilbijartinê vegerin gel hev
Endamekî berê yê polîtboruya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku YNK û PDK nikarin alternatîfek din ji bo hevpeymaniya dû alî bibînin. Navbirî biryara YNKê ya ji bo lîstekî cûda jî bi rêyeke ji bo bêdengkirina acizî û beşek ji girseya xwe vedigerîne.
Ferîdûn Ebdulqadir ji Rûdawê ragihand ku lîsteya hevbeş û cûda ya navbera PDK û YNKê de ne giringe û wiha pêdeçû: “Ji ber bi biryara herdu partiyan, nikarin ji hev cûda bibin û divê her bi hev ve bimînin. Ger bi awayekî din jî be.”
Piştî civîna 1ê Nîsanê ya navbera polîtboruya PDK û YNKê de, YNKê biryar da ku bi lîsteyek cûda beşdarî hilbijartinê bike.
Ferîdûn Ebdulqadir wisa dibîne ku wê ev rewş piştî hilbijartinê aram bibe û dibêje: “Wê neçar bibin ku bibin hevpeyman û hikûmetê bi hevparî birêve bibin.” Ebdulqadir diyar kir ku bi berdewamî axaftin ligel herdu aliyan heye û dîtina wan wiha ye; “Pêwîstiya pêvajoyê bi bihevrebûnê heye.”
Ferîdûn Ebdulqadir rewşa navxwe ya YNKê ji bo piştî sala 2009an vedigerîne û dibêje: “Cûdabûna Tevgera Goran bi wê mezinahiyê wisa kiriye ku YNK çi gotin û tevgera bike, dikeve di bin çavdêriyekî mezin de. Dibe ku hemû tekoşîna YNK di vê hilbijartinê de tenê ji bo wê yekê be hilbijartinên berê zererê nebînin. Li Germiyan gazindinên zêde yên girseya YNKê hene û ez bi xwe jî nizanim berpirsên YNKê heta çi astê wekî endaman ciddî ne.”
Ji dîroka dirûstbûna YNKê heta dawiya sala 1997an, Ferîdîn Ebdulqadir serkirdeyekî diyar ê YNKê bû. Di piraniya danûstandinên navbera YNK û hikûmeta berê ya Iraqê de nûnerê pileya yekemîn bû. Piştî raperînê jî gelek caran wekî wezîrê navxwe, parêzgarê Silêmaniyê û li ser asta hizbî jî rêveberê polîtboruya YNKê hatiye hilbijartin.