DYA li dijî kiryarê Îranê hemleyek nû dike: THAAD
Dema ku Îsraîl êrîşên xwe didomîne, rêveberiya Washingtonê biryar da ku mûşekên nû bişîne Rojhilata Navîn.
Di daxuyaniya ku ji teref Pentagonê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji bilî fuzeyên parastinê yên Patriot, fuzeyên Parastina Hewayî ya Bilind (THAAD) jî wê ji bo Rojhilata Navîn bên şandin. Sîstema THAAD ji bo xistina mûşekên balîstîk ên menzîla kurt û navîn di qonaxa dawîn a firîna wan de hatiye dîzaynkirin. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got ku ev biryar bersivek e li ser aloziyên vê dawiyê yên Îran û alîgirên wê û bicihkirina fuzeyên balîstîk. Biryar hatiye dayîn ku, Batarya THAAD û pêdivîyên din ên Patriota li Rojhilata Navîn bêne danîn.
Wezîrê Amerikî bal kişand ser wê yekê ku ev biryar dê alîkariya parastina Îsraîlê bike. Austin li ser mijara çend leşkerên din ên Amerîkî dê ji bo herêmê werin rêkirin tu bersivek zelall neda.
Piştî êrîşa Hemasê ya li ser Îsraîlê di 7ê cotmehê de, Amerîkayê 2 keştiyên balafiran ber bi Rojhilatê Deryaya Spî veguhest û soz da ku ew ê alav û cebilxaneyên zêde bide Îsraîlê.
Sîstema THAAD ÇI YE?
Kapasîteya wê heye ku mûşekên balîstîk ên menzîla kurt û navîn biavêje dema ku ew di qonaxên xwe yên dawî de ne. Dikare bigihîje bilindahiya 150 kîlometroyî û bi 200 km ve. Pergal teknolojiya ‘Hit and Kill’ bikar tîne. Bi enerjiya kînetîk serikên şer dihelîne.