Polîtîk

Viyan Sebrî: Hikûmeta Iraqê nikare hêzên xwecîhî û dereke ji Şengalê derxîne

Berdevka Fraksiyona PDK ya Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî, diyar kir ku hikûmeta Iraqê ji bo rizgarkirina jinên Êzdî yên ku ji alîyê rêxistina terorîst a DAIŞ ve hatine revandin, gavên cidî neavêtin û got: “Hikûmeta Iraqê nikare PKK ji herêmê derxîne”.

Berdevka Fraksiyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî di civîna çapemenî ya li Parlamentoya Iraqê de ragihand ku siyaseta hikûmeta Iraqê heta niha alîkarîya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê nekiriye.

Viyan Sebrî got: “Pirsgirêka me bi hêzên li Şengalê re heye. Yek ji xalên sereke yên rêkeftinê derxistina hêzên biyanî ji vî bajarî ye, lê xuya ye ku hikûmeta Iraqê nikare hem hêzên xwecîhî û hem jî hêzên derve yên bi piştgiriya derve, ku PKK jî di nav de ye, ji Şingalê vekişîne”.

Viyan Sebrî amaje bi wê yekê jî kir ku çend xalên rêkeftinê ji alîyê hikûmeta Iraqê ve hatine cîbicîkirin û got: “Ew madeyên ku hatine bicîhkirin ne yên girîng in. Pêwîste hemû xal bên cîbicîkirin daku rêkeftin bê cîbicîkirin û welatî bi aramî vegerin bajêr bêyî ku metirsîyê li ser jiyana xwe bike”.

Sebrî da zanîn ku heta niha çarenivîsa zêdetirî 2 hezar jin û zarokên Êzdî yên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine revandin ne diyar e û got: “Gilî û rexneya me li dijî hikûmeta Iraqê ew e ku di lêkolîna vê dosyayê de ne cidî ye; yanî bi têkilîyên dîplomatîk û îstîxbaratî ev mijar bi awayekî cidî lêkolîn nekiriye”.

Back to top button