Civak

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin sîstema bankayê çaksaz bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku nebûna bawerîya gel bi bankan ji ber gelek sedeman e, bi taybet ne aramîya rewşa aborî û siyasî ya welêt e.

Di daxuyanîya xwe ya konferansa Hewlêrê de Barzanî got: “Rêveberîya Herêma Kurdistanê wê her cûre alîkarîyê pêşkêşî bankan bike da ku bawerî di navbera bank û welatîyan de çêbibe. Divê bank xizmetguzarîyên xwe berfirehtir bikin”.

Mesrûr Barzanî herweha got: “Li gor rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê, ji bo dabînkirina geşepêdana aborî pêwistîyek bilez bi çaksazkirin, geşepêdan û aktîvkirina sektora bankî heye. Çêkirina sîstemek bankî ya bihêz, bibandor û çalak, armancek girîng a kabîneya nehemîn e. Ji ber wê jî emê ji bo çaksazîya sîstema bankî kar bikin û jêrxaneyek nûjen û bihêz ji bo aborîya herêma xwe çêbikin”.

Barzanî amaje bi rehetîya sîstema bankî jî kir û got: “Di heyama 2 salên bê de, xanenişînên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mûçeyên xwe û di germa havînê û sermaya zivistanê de neçar in bi saetan li rêzê bisekinin. Pere wê di rojek diyar de biçin ser hesabên wan ên bankê. Karsaz êdî neçar in ku mîqdarên mezin dirav bi xwe re hilgirin, lê wê karibin hesabên bankê bişopînin û karûbarên darayî yên serhêl bikin. Kesên ku ji bo mebestên cûrbecûr deynên mîkro dixwazin wê bi pêvajoyek hêsantir jî rûbirû bibin û welatîyên ku dixwazin ji xizmên xwe yên li welat an li derveyî welêt re pereyan bişînin wê êdî neçar bimînin ku bi riya navendên veguheztinê diravan bişînin”.

Back to top button