Civak

Li iraqê êrîşê bingehek Amerikî kirin

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê ku leşkerên Koalîsyona Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê lê ne, bi roketan êrişî baregeha hewayî ya Eyn El-Esed hat kirin.

Rêxistina Berxwedana Îslamî li Iraqê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. Hat diyarkirin ku li Enbarê li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esad ku leşkerên DYA û Koalîsyona Navneteweyî lê ne êrîşeke bi roketan hat kirin.

Di daxuyaniya Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Iraqê de ku xwe weke komeke çekdar dide nasîn, hat diyarkirin ku wan bi roketan êrîşî baregeha Eyn El-Esed kirine. Di nûçeya Reutersê de li ser çavkaniyên ewlehiyê hat zanîn ku baregeha hewayî bi balafirên bêmirov û roketan hatiye armanckirin û di hundirê baregehê de dengên gelek teqînan hatine bihîstin.

Lê Nayê zanîn ku di bûyerê de ziyanên canî hene yan na. Hate piştrastkirin ku êrîşa li ser leşkerên Amerîkî ji aliyê Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Iraqê ve hatiye kirin. Ev êrîş, êrîşa sêyem bû li ser bingehên asmanî yên ku serbazên Amerîkî li Îraqê di kêmtir ji 24 demjimêran de. Rêxistina Berxwedana Îslamî li Iraqê ragihand ku piştî êrîşên Hemasê yên li dijî Îsraîlê ew li Iraqê derketine. Têkildarî karmend û xebatên rêxistinê hê tu agahî bi dest neketin.

star_border

Balkêş e ?
Close
Back to top button