Polîtîk

Kurdên dewletxwaz kelemê çavê dijminin

Rojnemevan û şîrovekar Levent Gultekîn di vîdyoya xwe ya li ser hesabê xwe yê YouTubê de weşandî behsa Kurda dike û dibêje: “Kurd tenê xewna Kurdistana mezin dibînin û li Rojhilata Navîn dê bibin pêkenokê Amerîka û Îsraîlê.” Ev şîroveya Gultekîn li ser medyaya civakî bû sedema bertekan.

Gultekîn ku hefteya borî li ser hesabê xwe yê YouTubeê sînevîzyona bi sernavê “Şerê Îsraîl-Fîlîstînê, bêpolîtîkaya şer a muxalefetê, dirêjkirina destûrê” parve kiribû û gotibû, “Xeyala avakirina Kurdistana Mezin heye, Lê bila Kurd li min bibûrin ev tenê xeyalek e.”

Rojemevanê Tirk, di berdewamiya axavtina xwe de behsa herêma Kurdistanê dike û dibêje: Tirkiye eve 40 salin operasyona li bakurê Iraqê dike,operasyon li dûv operasyona dike. Di encam Kurdistanek hate avakirin. Niha jî amadevaniya Kurdistanekî li bakurê Suriye tê kirin.

Levent Gultekin

Levent Gultekin ji eslê xwe ji Erdexanêye,kurde yan azeriye  nayê zanin .Lê ew xwe wek yek Tirk dide nasandin. Kesayetek îslamiye û di rastiya xwe de nijadperestek e. 

Piraniya nijadperestên Tirka, dema êrîşê destkeftiyên Kurda dikin, di kesayeta PKKê de Kurda şirove dikin. Vê yekê gelek bi zanebûn dikin. Hingê êrîşkirina li ser Kurda ji bo wan hesanîtir dibe û Kurda di nezdê cîhanê de wek terorist didin nasandin.

Gelek deveran de sinorê bê ehlaqiyê didin nîşandan û devtavêjin xeyal û xewna Kurdan,yanî dewletbûna Kurdan nikarin bi tu awayî tehemûl bikin.

Kurd çi bikin ji bo wan dikare bibe cihê gotubêje. Lê dema behsa dewletbûnê dikin, tewezina wan têk diçe û bi hestek nijadperestî û faşîzan êrîşê Kurda dikin. Misilman,çep,kaşo demokratên Tirkan jî dipirsa dewletbûna Kurdan de dibin yek û êrîşa dikin. Ev Guletekinê bê esil jî yek ji wan e.

Lê di medya civakî de hinek Kurd bersiva wî didin û behsa dewletbûna Kurdan dikin.

Back to top button