Kurd, dîrok û hişmendî
Bi kurtî; dîrok hebûn û tunebûna milletekî ye, milletên ku dîroka xwe dixwînin û dersan jê distînin hebûna xwe misoger dikin, yên nexwînin û dersan jê nestînin berteref û winda dibin.
Nûrî Çelîk
Dîrok rabirdû û paşeroja milletekî ye, serpêhatî û xezîneya nirxên wî û welatê wî ye. Hişmendiya dîrokî xwendin, naskirin, xwedîlêderketin û dersjêwerirtina wê dîrokê ye.
Têkilîyên di navbera rabirdû, niha û pêşerojê de li ser bingeha dîrokê tên danîn.
Bi gotinek din, hişmendîya dîrokî fêhmkirina rabirdûyê û têgihiştina dîrokê ye. Fêhmkirin û têgihiştina dîrokê fêhmkirin û têgihiştina pêşerojê ye, rênîşanka hest û helwestên pêşerojê ye. Dîrok û paşeroj mirêk û neynika pêşerojê ye, milletên ku paşeroja xwe nexwîne, nebîne û dersan jê nestîne, nikare pêşeroja xwe bineqişîne û rê bide pêşeroja xwe. Rastî û şaşî, qencî û xirabî, başî û kêmasî, dost û dijmin hemû di dîrokê de eşkere dibin û derdikevin pêşîya me.
Dîrok serpêhatî û çîroka jiyana milletekî ye. Çavkanîya hişmendîya netewî bi zanîn û têgihiştina wê serpêhatî, çîrok û dîrokê ve girêdayî ye. Zanîn û têgihiştina dîrokê hişmendîya netewî û têgihiştina netewî jî îradeya hevgirtin û xwenaskirina milletekî diafirîne. Ev îrade civakekê dike millet û milletekî jî dike dewlet. Naskirina dîrok û çîroka milletekî, alîkarîya wî milletî dike ku çand û zimanê xwe, nirxên xwe, nasname û heq û hiqûqê xwe, xak û niştimanê xwe, cudatîya di navbera xwe û milletên din de nas bike û li gor wê pêşeroja xwe bineqişîne. Bi kurtî; dîrok hebûn û tunebûna milletekî ye, milletên ku dîroka xwe dixwînin û dersan jê distînin hebûna xwe misoger dikin, yên nexwînin û dersan jê nestînin berteref û winda dibin. Wek dîrokê, hişmendîya netewî jî hebûn û tunebûna milletekî ye, hişmendîya netewî li ser zanîn û ramana rabirdûyê ava bûye. Ew diyardeyek e ku rasterast bandorê li jiyana kesane û civakî ya milletekî dike. Milletên ku xwedîyê hişmendîyek netewî ne dijîn û yên ku ne xwedîyê hişmendîyek netewî ne jî berteref dibin û hêdî hêdî dimirin.
Wek min li jor jî got, dîrok hişmendîya netewî, hişmendîya netewî îradeya civakê, îradeya civakê milletbûnê û milletbûn jî dewletbûnê diafirîne. Lê mixabin îro em van xisletan di civaka xwe de nabînin. Ne xwendin û naskirina dîrokê heye, ne îradeya civakî heye, ne jî hêmanên ku wan bikin millet hene. Kurdbûn û Kurdayetîya me tenê bi zimên e, ji qirikê bi jor de ye. Hişmendî, hest û helwestên me di bin dagîrkerîya xelkên din û dewletên dagîrkir de ne. Yanî, kirasê li me belkî kirasekî Kurdî be, lê mejî, hiş û laşê me yê xelkê ye, di xizmeta berjewendîyên wan de ye, ji wan re dixebite. Ji ber vê, em nebûne em. Em negihane wê asta ku wek millet tev bilivin. Heger em çend lib siyasetmedar yan kedkarên doza Kurd û Kurdistanê ji nav derxin, wek Kurd civaka me dûrî xisletên netewî û milletbûnê ne, jê direvin û xwe lê nakin xwedî. Helbet sedemên vê yekê pir in. Lê sedem çi dibin bela bibin, milletek qedîm wek me Kurdan gerek neketa vê rewşê.
Tunebûn yan jî kêmbûna hişmendîya netewî hiştiye ku em himalî û barkêşîya xelkê bikin û ji kesayetî û qewmîyeta xwe dûr bikevin. Belkî di dinyayê de millet ku herî zêde dev ji berjewendîyên xwe berdaye û ketiye pey berjewendîyên xelkên din em Kurd in. Em bûne wek Elîyê Xemxur, xema herkesî dixwin lê li halê xwe nagirîn. Doh em li ser Vîetnamî, Kubayî, Arnavûtî û gelên din digirîyan, îro jî li ser Filistînîyan. Ewên ku ne zanin Kurd hene yan tunene û hevalbendîya neyarên me dikirin û dikin, em kirasê xwe li ser wan diçirînin. Kurdên ku li hember bombebarana li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê kerr, kor û lal in, bûne parêzer, berdevk û himalê xelkên din.
Aha seqetî di vir de ye.
Nexwendina dîrokê û tunebûna hişmendîya netewî ev e.
Û mirina bi saxî ev bi xwe ye..