Astengên di rêya Ak Partiyê û Erdogan de
Piraniya caran dema wek kurdekî mirov behsa hukumetê û Ak partiyê dike bi awayek xwezayî di çerçova tevgera Kurd de pirsê dinirxîne û şîrove dike. Di rastiya xwe de divê ev welê be. Lê pêwîste ku mirov carna hewlbide Hukumetê jî tê bigihe. Dema mirov zihniyeta dewleta Tirk li ser hatî avakirin hindikbê jî carê bîr bîne , guhertinên ku Hukumet dixwaze pêkbîne , ne gelek hesani ye.
Piştî destpêkirina pêvajoya nû yan jî ya Îmralî li Tirkiye, partiyên siyasî û herweha nijadperestên Tirk gelek bi giranî û tundî serokwezîrê Tirkiye Erdogan rexne dikin û heta ji rexneyê zêdetir wî bi xiyanetê îtham dikin.
Ji bo sekinadina şer li Tirkiye îradeyek heye. Hukumet pişgiriya piraniya ciwata Tirkiye daye paş xwe. Dezgehên sivîl yên girîng pişgiriya vê pêvajoyê dikin.
Lê Partiyên wek CHPê û MHPê di parlementoyê de bi tundî dijitiya Erdogan dikin. Ev herdu partî nêzikî ji % 34 miletê Tirkiye temsîl dikin. Bivê nevê ev yek ji bo hukumeta û Erdogan dibe astengek.
Li Alanya serokê MHPê gelek vekirî serokwezîrê Tirkiye bi xiyaneta itham kir û di axavtina xwe de got: Li Tirkiye tu pirsa Kurd-Tirk tuneye, we ev pirsgirêk çêkir. Şûna hukumet li gel Ocalan hevdîtinan bike, bila niha ala Tirk li Qendîlê bûya.
Herweha Bahçelî îdia dike ku, dê mercên Ocalan yên girtîgehê hêjî bêne baş kirin, piştre Ocalan ji girtigehê derdikeve û dikeve parlementoyê jî..
Dema mirov bi vî awayê dijitiyê dibîne karê hukumeta zehmet dibe. Herweha CHP di vê pêvajoyê de li kûye ew bi xwe jî pê nizanin. Partiyek wek MHPê wek partiyek nijadperest tê wesif kirin û bi awayekî mirov dikare vê tundî û ne rihetiya nijadperestî tê bigehe. Ji berku ev pêvajo serbikevê helandina MHPê jî dikevê di rojevê de.
Lê CHP partiya xwe bi sosyal demokrat nav dike,çewe li pirsa vê pêvajoyê dinere nayê zanîn.
Karê Erdogan ne hesaniya li Tirkiye guhertina zihniyeta 88 salan ne tiştek hesaniye.
88 salan partiyên siyasî hemû di pirsa Kurd de wek hev plan û program amade kirine.
Hemiyan rêya asimilekirin, imha kirin û cahil hiştina Kurdan yekemîn rêya çareseriyê dîtine. Hemiya îmhakirina Kurdan wek projeyek bingehîndi mejiyên xwe de xwedî kirine.
Îmha kirin ne tenê bi kuştinê dibe. Asimile kirin, komkujî, cehalet bingehê îmha kirin û ji holê rakirina miltekiye. 88 salin ev hatiye kirin.
Lê tu cara pirs nehatiye çareserkirin.Kurdan her heta radeyekî karine li himber van plan û bernameyên dewletê xwe bi awayekî biparêzin.
Ev cara yekem e piştî 88 salan hinek bi awayek dinli gora xwe hewldidin vê pirsê çareser bikin.
Îro di nav kurdan de ji bo vê pêvajoyê pişgiriyek gelek bilind heye. Li gora lêpirsîna li herêmên Kurdistana Bakur ji % 77 xelk pişgiriya vê pêvajoyê dikin. Li Tirkiye ev pişgirî ji % 58 e. Lê kurdên li herêmên Tirkan jî dijîn di nav vê 58ê de ne.
Hukumeta Tirkiye dixwaze sistema 88 salî biguhere. Ak Partî dixwaze sistema serokatiye wek Amerîka yan jî Fransa bîne Tirkiye. Her sistema ku sîstema 88 salî ji holê rake, bi awayekî berjewendiya Kurdan jî di tê de heye.
Gelo di mercên Tirkiye de dema mirov diji sistema serokatiya ku Erdogan dixwaze bîne derkevê, ev ne xwedî derketina sistema 88 saliya kevneperest û li ser inkar û îmha Kurdan hatiye avakirin?
Îro sersala şehîdkirina pêşewa Qazî Muheme de, pêşewa ji bo miletê xwe xwe feda kir. Bi vê minasebetê dixwazim Serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê bi rêz û hurmet bîrbînim.
31.Adar.2013
Dara Bilek