Serokwezîr Barzanî: Metirsîya maddeyên hişbir ji terorê cuda nîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku metirsîya maddeyên hişber ji terorê cuda nîne û got: “Bazirganî û bikaranîna maddeyên hişbir li Herêma Kurdistanê zêde dibe û ev jî ji bo civaka me alarmek metirsîdar e”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di Konferansa Têkoşîna Dijî Maddeyên Hişbir de li Hewlêrê daxuyanî da û got: “Li gor daneyên dawî, li Herêma Kurdistanê bazirganî û bikaranîna maddeyên hişbir zêde dibe û ev jî ji bo civaka me alarmek metirsîdar e. Herêma Kurdistanê li dijî vê yekê ye û bi awayên cuda hewl dide lawaz bike. Yek ji van rêyên xeternak derman e. Hişbir yek ji wan çekan e ku ji bo têkbirina nîzama civaka me û şiyan û tenduristîya ciwanên me bi hostayî û eşkere tê bikaranîn”.
Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku “metirsîya maddeyên hişber tu cudahîya xwe ji terorê nîne” û got ku divê bi tundtirîn awayî şerê maddeyên hişbir bê kirin. Barzanî herweha got: “Mafya û karsazên sûc herêm kirine parçeyek ji entrîkayên xwe yên bêserûber. Ew hewl didin Herêma Kurdistanê wek deriyekî bikar bînin da ku maddeyên hişber bişînin deverên”.
Barzanî got ku hin grûpên çekdar li navçeyên sînor û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê nahêlin hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê şerê bazirganên maddeyên hişber bikin û got: “Mixabin beşek ji wan komên çekdar beşek ji bazirganîya maddeyên hişber in”.