Hevserok û navê nû yê partîya PÇK diyar bûn
4 emîn Kongreya Asayî ya Partîya Çep a Kesk dest pê kir. Navê nû yê partîyê bû Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (HEDEP). Hevserokên nû yên partîyê jî bûn Tülay Hatimogullari Oruç û Tuncer Bakirhan.
4. Kongreya Asayî ya ku tê de navê Partîya Çep a Kesk, hevserok û rêveberîya partîyê tê guhertin dest pê kir û encam da. Kongreya bi şîara ‘Dîsa ji bo azadîyê’ li Salona Sporê ya Ataturk a Enqerê hat lidarxistin.
Di kongreyê de hevserok hatin diyarkirin. Ji bo hevserokatîya nû Wekîla Edeneyê Tûlay Hatimogullari û Wekîlê Sêrtê Tuncer Bakirhan hatin hilbijartin.
Parlamentera YSPê Meral Daniş Beştaş ragihand ku navê nû yê partîyê Partîya Gelan û Demokrasîya Gelan (HEDEP) e. Di kongreyê de peyama Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî hat xwendin.