Cîhan

Erebistana Siûdî pêvajoya normalîzekirina bi Îsraîlê re cemidand

Rêvebiriya Erebistana Siûdî danûstandinên normalîzekirina bi Îsraîlê re rawestand.

Çavkanîyek nêzîkî hikûmeta Erebistana Siûdî di daxuyanîyekê de ragihand, di hawîrek ku şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e, Riyadê biryar daye ku danûstandinên muhtemel ên asayîbûnê ligel Îsraîlê rawestîne.

Çavkanîyê diyar kir ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de niha li Riyadê ye û got: “Erebistana Siûdî biryara rawestandina muzakereyên normalîzekirina muhtemel a bi Îsraîlê re girtiye û rayedarên Amerîkayê di vê derbarê de agahdar kirine”.

Li gor Reutersê, du jêderên haydar dane zanîn ku Erebistana Siûdî planên xwe yên normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re, ku Amerîka piştevaniya wê dike, rawestandiye.

Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman piştî derketina şer û pevçûnan yekem car bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî re peywendîya telefonî pêk anî. Li gor agahîyan, civîna di navbera serkirdeyan de 45 xulekan berdewam kiriye.

Çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne diyar kirin ku hevdîtinên asayîbûnê yên bi Îsraîlê re wê dereng bidomin û Riyad ji bo peymana paraztina bi DYA re bi dest bixe wê vê yekê wek qertek girîng bikar bîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button