Blinken: Emê her bi werebin
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Tel Avîvê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.
Piştî hevdîtina dualî civîneke hevpar a çapemeniyê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di axaftina xwe de anî ziman:
“Ez îro ne tenê wekî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, herwiha wek Cihûyekî jî li vir im.”
Blinken diyar kir ku wan bi hezaran leşkerên yedek ji bo alîkariya Îsraîlê xistine amadebaşiyê û “ji ber wêrekiya wî” gelê Îsraîlê pîroz kir.
“Em dê her bi we re bin”
Antony Blinken herwiha anî ziman:
“Min peyameke zelal ji Îsraîlê re anî. Dibe ku hûn têra xwe bihêz bin ku xwe biparêzin lê heta ku Amerîka hebe, hûn dê ti carî neçarî vê yekê nemînin, ji ber ku em dê her bi we re bin.”
Blinken diyar kir ku lihevkirina Netanyahu û serkirdeyê mixalefetê Benny Gantz a li ser avakirina “Hikûmeta Awarte” gaveke baş e.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken anî ziman:
“Ez hişyariya ku Serok Bîden doh dabû dubare dikim. Dewlet û aliyên ku nedewlet in ku dixwazin krîza heyî ji bo êrişa li Îsraîlê bi kar bînin, vê nekin. Amerîka bi Îsraîlê re ye.”
“Em dizanin ku Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake”
Blinken da zanîn ku di şerê Îsraîl-Hemasê de ji 36 welatan mirovan canê xwe ji dest daye û got:
“Em dizanin ku Hamas nûnertiya gelê Filistînê an jî daxwaza wan a ji bo jiyaneke wekhev, ewle, azadî, edalet û rûmetê nake.”
Baskê leşkerî yê Hemasê, Tûgayên Îzedîn Qesam roja şemiyê ji nişka ve li Îsraîlê dest bi êrişekê kir.
Êrişa ji nişka ve ya Hemasê bi navê “Tofana Eqsayê” bû.
Çekdarên Hemasê dîwarê ku Xezeyê ji Îsraîlê vediqetîne hilweşand û ji esman jî bi paraşûtan derbasî aliyê din bûn.