Cîhan

Biden: “Divê Îsraîl li gor rêgezên şer tevbigere

Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye, “Girîng e ku Îsraîl li gor qaîdeyên şer tevbigere”.

Biden berî hevdîtina bi rêveberên civaka cihû yên li DYA re li Qesra Spî daxuyanî da û got: “Ez îdîa dikim ku ji dema Holokostê ve ji bo Cihûyan ev roja herî kujer e”.

Biden anî zimên ku wan piştgiriya xwe ya leşkerî ji bo Îsraîlê zêde kiriye û got: “Me ji bo tedarikkirina Qubeya Hesinî me cebilxane şandiye, fîloya keştîyên balafiran ên DYA ber bi Rojhilatê Deryaya Spî ve şandiye û mebalafirên şer jî şandine”.

Serokê Amerîkayê Biden herweha got ku “Me ev yek bi awayekî zelal ji Îranîyan re got”. Biden diyar kir ku wî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku “Bi rastî jî girîng e ku Îsraîl li gor qaîdeyên şer tevbigere”.

Biden teqez kir ku Îsraîl her tiştî dike da ku welatê xwe bigihîne hev.

Back to top button