Cîhan
NY: Hejmara kesên ku ji cîh û warên xwe bûn 338 hezar derbas kir

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên li Xezzeyê ji ber bomberdûmanên Îsraîlê terka cîh û warê xwe kirine ji 338 hezarî derbas bûye.
Di daxuyanîya nivîskî ya ofîsê de hat destnîşankirin ku ji destpêka pevçûna Îsraîl û Filistînê heta niha zêdeyî 338 hezar Filistînî mecbûr mane ku malên xwe terk bikin.
Sekreterê Giştî yê NY di daxuyanîya xwe ya berê da diyar kiribû ku 220 hezar Filistînî li tesîsên girêdayî Ajansa Alîkarîya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) yên li Xezzeyê ne.


