Barzanî di demek zîz de serdana Enqere kir
Serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiye û hevdîtina ku berfireh li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan kirî, di medya Tirkî de cihek girîng girt û şiroveyên berfireh hatin kirin.
Berpirsên wezereta derve ya Tirkiye dan xuyakirin ku ev serdan ji zûve hatiye program kirin. Lê bawerî ewe ku piştî biryara PKKê ya devjêberdana çek û vekişandina çekdarên PKKê serdana Nêçîrvan Barzanî pêkhatiye û ev giringiyek taybet dide vê serdanê.
Tê zanîn ku çekdarên PKKê yên di nav sinorên Tirkiye de , dema derkevin derê sinor wê herin Kurdistana Başûr. Pirsa herî mezin ewe ku gelo dê ev çekdar li Başûrê Kurdistanê çi bikin.
Li ser vê yekê peyvdarê hukumeta Kurdistanê Sefin Dizeyî da xuyakirin ku, divê çekdarên PKKê dema ji dev çek berdin herkes vegerê cihê xwe. Yanî kî hemwelatiyê çi welatekî be vegrê wî welatî.
Dizeyî da kifşkirin ku, di vê derbarê de diyaloga me li gel Tirkiye berdewam e.
Herweha piştî serdana wezîrê derve yê Amerîka ya Baxda jî hatina Barzanî ya Enqerê babetek girîng tê nirxandin.
Taybetî ji bo derxistin û rêkirina petrolê derve û peymanên li gel şirketên biyanî têne kirin şerek sar di navbera hukumeta Iraqê û Kurdistanê de heye.Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî di vî warî de projeyên berfireh hatine îmze kirin.
Serdan serokwezîrê Kurdistanê ya Enqere delîleke herî mezine ku, hêdî Kurdistana Başûr di herêmê de bûye nûnerê çareseriyên bi rêya diyalogê û pirsgirêkên herêmê.