CîhanRojev

Divê em mizakereyên endamtîya Tirkîyê biqedînin

Serokwezîra Awûstûryayê Karl Nehammer xwest ku muzakereyên endamtîyê yên di navbera Tirkîye û Yekîtîya Ewropayê (YE) de bên rawestandin.

Di derbarê pêvajoya mizakereyên endamtîya Tirkîyê ya bi Yekîtîya Ewropayê (YE) re ji Awûstûryayê daxuyanîyek pir balkêş hat. Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Tîrmehê de gotibû, “Gelo wê bi YE re rûpelek nû vebe? Di derbarê vejandina pêvajoya endamtîya me de nêrînek erênî heye. Ez di wê bawerîyê de me ku emê di warê azadkirina vîzeyê de jî bi pêş bikevin”.

Serokwezîrê Avusturya û Serokê Partîya Mihafazakar ÖVP Karl Nehammer, ji rojnameya Welt a Almanî re axivî û bal kişand ser mizakereyên endamtîya Tirkîyê û Yekîtiya Ewropayê.  Nehammer, ji bo bidawîkirina mizakereyên endamtîya di navbera Tirkîye û YE de got: “Em alîgir in ku hevdîtinên Enqere-Brûkselê dewam bikin, lê em nikarin bifikirin ku Tirkîye bibe endamê tam ê Yekîtîya Ewropayê. Divê em bi hev re rastgo bin û mizakereyên endamtîya ku bi salan e hatine cemidandin, bi awayekî fermî biqedînin”.

Back to top button