PolîtîkRojev

CHPê bersiva daxûyaniya Tanrikulu da:Hêzên Çekdar ên Tirk, roniya çavê miletê me ye”

Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak, ji bo daxuyaniya Sezgîn Tanrikûlû ya der barê Hêzên Çekdar ên Tirk de got: “Ev mijar wê di organên me de bê gotubêjkirin.”

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak der barê daxuyaniyên Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû ya di bernameyeke televîzyonê de got:”Daxuyaniyên Wekîlê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû yên ku Hêzên Çekdar ên Tirk sûcdar dike, nayê qebûlkirin. Hêzên Çekdar ên Tirk, roniya çavê miletê me ye”

Berdevkê CHPê Oztrak di weşana zindî ya ku Parlamenterê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlû jî amade bû de, daxuyaniyên der barê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de rexne kir. Oztrak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da wiha got: “Daxuyaniyên Wekîlê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikûlu yên ku hêzên Çekdar ên Tirk sûcdar dike, nayê qebûlkirin. “Ev mijar dê di saziyên me yên rayedar de bê nîqaşkirin.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku der barê Sezgîn Tanrikûlû de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Çi qewimî?

Sezgîn Tanrikûlû di weşana TV100 de rexne li Hêzên Çekdar ên Tirk girt û got, “Tişta ku Hêzên Çekdar ên Tirk dike, ji rexnekirinê ne dûr e. “Em parlementer in, em vana dipirsin” û wiha dewam kir: “Ma ne hêzên Çekdar ên Tirk e ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê pêk anî? Ma ne ev artêşa ku di 15ê Tîrmehê de hewla derbeyê da, gund şewitandin… Bi dehan kuştinên kiryar nediyar. Dozên ku ez dişopînim hene. 15 gundî ji helîkopterê avêtine ne hêzên çekdarên Tirk in? ”

Tanrikûlû diyar kir ku divê weke parlamenter bi awayekî rexnegir nêz bibin û wiha got: “Em pirsan dikin, dipirsin gelo rast e yan na. Em vê yekê dipirsin ku bi kêmanî gumanên wiha der barê Hêzên Çekdar ên Tirk de ji holê rabin… Çawa ewqas gund şewitandin? “


Back to top button