Kultur
Helbest:Kaniya mîtan
Li wir, şarê min lêv digernijandin
Bi bara hêvî gul dimijandin
Ji asoyê hêviyên bê hijmar
Wekhevî û hezkirin dirijandin
Îro şarê dila birîndar e
Derba ji piştê ya pir dijwar e
Kaniya mîtanan herik bar e
Li şûn avê , kanî xwîn dibar e
Laleyên sor û zer, spî yasemîn
Li ser bedena Şehîd bişkivîn
Werin yek dest bin bi can û bi xwîn
Sêdar nekin azadî, işq û evîn
Mizgîn Hesko
Welatê min e. ev Waşo Kanî
Dîroka min ê , kavilên mîtanî
Axa min e ya bi şêran ducanî
Tev Agîd in , tu hebûn û manî