Piştî Rojevakurd hikûmetê jî got rojnmeyên tirkî derewan dikin
Ofîsa serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de nûçeya hindek kanalên mediyaya tirkî ku, qaşo Metîn Barzanî biraziyê serokwezîrê Kurdistanê li Tirkiyeyê hatiye girtin red dike û dibêje ku, ti esas ji wê nûçeyê re nîne.
Ev li jêr teksata daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Kurdistanê:
Hindek kanalên medya tirkî nûçeya girtina kesekî bi navê Metîn Barzanî li Tirkiyeyê weşandiye û di nûçeyê de hatiye gotin ku, navbirî biraziyê birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Em, ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji raya giştî û mediya Tirkiyeyê re zelal dikin ku, ew nûçeye ji rastiyê dûr e û ew kesê hatiye girtin tu têkelî bi birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nîne. Bi tenê wekheviyek di navan de heye.
Careke din em daxwazê ji hindek kanalên mediyayê dikin ku, bi awayekî prefesyonal nûçe û zaniyariyên rast û dirust bigehînin hevwelatiyan û hedefa wan bi tenê neqilkirina nûçeyan ji çavkaniyên nerast nebe.
Ofîsa serokê hikûmeta Kurdistanê
Weke tê zanin Rojevakurd her zû nerastiya nûçeya kanalên mediya tirkî eşkere kir û nivîsî ’Rojnameyên Tirkî derewa dikin’
https://rojevakurd.com/kultur/12722-Rojnameyn-Tirk-derewa-dikin.html