CivakRojev

Peymana navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê

 

Hat ragihandin ku rêkeftina dawî ya di navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanîya Iraqê de li ser avakirina 2 lîwayên hevbeş pêk hatiye.

Cîgîrê Serokerkanê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Sererkan Hosmend Reşîd, di daxuyanîyekê de ragihand ku rêkeftina dawî li ser avakirina 2 lîwayên hevbeş hat kirin û proseya pêdaçûna lîsteya hevbeş dest pê kir.

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de Reşîd diyar kir ku wê di nava mehekê de perwerde dest pê bike û got: “Ji ber ku hin dane di nava xwe de nînin, divê lîsteya lîwayên hevpar bê guhertin”.

Sererkan Reşîd amaje bi wê yekê kir ku mûçeyên karmendên her du lîwayan wê ji bûdçeya Iraqê bê wergirtin. Hat zanîn ku hejmara personelên her du lîwayan 7 hezar û 500 kes in û nîvê wan Pêşmerge ne û nîvê din jî leşkerên Iraqê ne.

 

Back to top button