Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ di festîvala fîlman a li Swêdê de xelata lîstikvanê herî baş wergirt.

Di 8. Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordic de fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin ku ji alîyê Komuna Fîlman a Rojava hatiye çêkirin, di beşa fîlmên dirêj de xelata lîstikvanê herî baş wergirt. Li ser navê ekîba fîlm Girîn Kasırga beşdarî merasîma xelatdayîn a li Stockholma paytextê Swêdê bû. Ehmed Arif Hecona ku xelata lîstikvanê herî baş wergirtiye, di fîlm de karakterê Huseyîn dilîze. Hecano ji bilî rolek kurt tu ezmûna lîstikvanîyê nîne. Hecano ku hesinker e, niha li Kobanê dijî.

Gava Şitil Mezin Dibin, ku derhêneriya wê Rêger Azad e, ligel Festîvala Fîlman a Vasteras a Swêdê xelata xwe ya çaremîn wergirt. Biryar e di meha bê de fîlm li festîvalên fîlmên Kurdî bê nîşandan.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: