CivakRojev

Pirtûka ‘Nexşeya Rêya Aştiyê’ hat çapkirin.

Pirtûka “Nexşeya Rêya Aştiyê” ku nêrîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li ser lihevkirinê tîne zimên, hat çapkirin. Ji bo pirtûka ku Cewad Kadir amade kiribû, li Hewlêrê bernameya danasînê hat lidarxistin.

Ji bo danasîna pirtûka “Nexşeya Rêya Aştiyê” ku behsa nêrîn û stratejîya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aramî û lihevhatina Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, li Hotêla Rotana ya li Hewlêra paytext bernameyek hat lidarxistin.

Di pirtûkê de analîzên 12 lêkolînerên pispor ên pirsgirêka Kurd û Iraqê cîh digirin. “Nexşeya Aştîyê” Di bernameyê de nivîskar Cewad Kadir axivî û behsa naveroka pirtûkê û pêvajoya amadekirinê kir.

Kadir Got: “Nivîskarên ku nêrînên wan di pirtûkê de cîh girtine, bi salan e jiyana xwe ji bo lêkolînkirina doza Kurd terxan kirine. Xala hevpar a van nivîskaran têbînîyên Serokê Herêma Kurdistanê yên li ser pirsa aramî û aştîya li Iraq û Herêma Kurdistanê ye”.

Back to top button