Li rojavayê Kurdistanê rexistinek nû hate avakirin. Di serokatiya Mistefa Cuma endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistan a Suriye yê berê de, Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî – Sûriye hate damezirandin.
Wektê zanîn Mistefa Cuma di kongereyê dawî yê PDK-Sê de nehate hilbijartin. Piştî kongreyê ew li gel hinek hevalên xwe ketin di nava tevgerekî de û dawiyê jî Tevgera Avakirina Demokratîk a Kurdistanî – Sûriye ava kirin.
PDK-S kongereyê xwe ya berê de, li gel hinek partî û aliyên rojavayê Kurdistanê yekitiyek siyasî pêkanî bû. Serokên û sekreterê van partiyan jî wek endamên polit Buroya PDK-sê hatibûn destnîşan kirin û dinava refên partiyê de cih girtîbûn.
Gelek nirxandin hebûn ku, di wê demê de yekitiya hatî kirin şaş bû. Ji ber ku piranî di nava refên PDK-Sê de jî her aliyek wek rêxistinek cuda gelek cara tevdigeriyan.
Mistefa Cuma bi xwe berê sekreterê giştî yê Partiya Azadiyê li rojavayê Kurdistanê bû. Piştre ew wek partî li gel hnek partiyên din di çerçoveya projeyekî de li gel PDKSê yekitiyek pêkanîn.
Di kongreya dawî ya PDK-Sê de Mistefa Cuma wek serkirdeyê Partiyê nehat hilbijartin. Piştî kongre dawî bûyî, Cuma di daxûyaniyeka xwe de gotibû ku, ew wek Partiya Azadiyê di vî kongreyî de hatine ihmal kirin û dabû xûyakirin ku ewê tevgerek din avabikin.
Niha Partiya Azadî cardin ji nava refên PDK-Sê derketin û rêxistina xwe bi navek din avakirin. Gelo dê partiyên din ku yekitî li gel PDK-Sê çêkirîn, dê çi bikin heja ne diyare. Lê hemû gazinda ku hatine ihmal kirin dikin.