Nivîsar

Pêşmêrgeyatî, rêberî û serok Barzanî



Ya herî xweş ew e ku mirov piştî azadiyê, kulîlkên welatê xwe bi azadî bêhn bike.


Bûbê Eser
Rol û erkên serok û rêberan bi kar û xebatên wan, bi nerîn û dîtinên wan, bi helwest, kiryar û bi xizmetên wan, têne nasîn û qebûlkirin.
Serok ew kesin ku rêya azadiyê û serxwebûna gelê xwe de, xwe ji tu fedekariyan nadin alî û tim di nava gel û rêhevalên xwe de serpereştiya hemî rê û rêbazên azadiya welatê xwe dikin e.
Serok û serokatî ew ku di tekoşîna welatê xwe de xwedî rê û rêbazekê bin ku li ser xeta neteweyî azadiya gelê xwe bi dest bixe, ne. Helbet bidestxistina vê jî ne weha hêsan û rehet e ku herkes bikaribin serokatiya gelê xwe bikin.
Ji ber ku ji serokatiyê re wêrekî, rêya rast, xwedî helwesta neteweyî û hemî jiyana xwe ji bona azadiya gelê xwe bikaribe feda bike ye. Serokatî di nava gelê xwe de û li gel wî jiyan e.
Ji ber vê ye ku em Kurd xwedî şansekê ne ku serokekî weke rêzdar Mesud Barzanî heye û ew weke serokê Kurdan tê nasîn. Helbet cenabî wî bi ked û xebata xwe, bi berxwedan û tekoşeriya xwe, bi zanebûn û dûrbiniya xwe, xwe bi gelê xwe daye qebûlkirinê û zanînê ku ew ê heta ku hebe, ji bona gelê xwe kar û xebatê bike, kirî ye û dike.
Dema ku em dîroka cenabê serok Mesud Barzanî bixwînin, em ê bizanibin û fêr bibin ku tim cenabî wî xwestiye weke pêşmêrgeyekî bijî. Ji ber ku cenabê wî dizane ku pêşmêrgayetî çiqasî mertebeyeke bilind, pîroz û hêja ye.
Pêşmêrge ew kesên ku canê xwe ji bona azadiya welatê xwe didin e. Dibin cangorî. Bi salan kar û xebatê dikin da ku welatê xwe azad û xelkê wan bi serbestî bijîn. Pêmêrgeyetî mertebeyeke weha ye ku qedr û qîmeta wê di ser her tiştekî re ye. Ji ber vê pîrozbihayiya pêşmêrgeyane ku serok Mesud Barzanî jî tim dixwazî weke pêşmêrgeyekî bijî.
Lê carna ji ber kar û xebatên mirov, gel û xelkê jî hin diyariyan, qedir û qîmetê didin wan kesên ku jiyana xwe ji bona wan tarxan kirine an dikin.
Ji ber serok Barzanî jî ji wan kesan yek e ku partiya wî, gelê wî, xelk û rêhevalên wî ew weke serokê xwe qebûl kirine, Ev jî weke xelateke gel ji bona serok Mesud Barzanî ye.
Miletê wî bi serokatiya wî ewlene ku ew pêşkêşî wî kirine. Gelê wî dizane ku ew ê tu carana berjewendiya gelê xwe binpê neke û wê di jiyana wî de berî her tiştî parastin û xwedî lê derketandina gelê wî be.
Ji ber vê ye ku ez dibêjim: Serok ew e ku dema tu temenekî di ber azadiya welatê xwe de dide û azadiya wî dibîne, gelekî xweş e. Tiştekî weha nabe qismetê her serokan. Lê rêzdar serok Mesud Barzanî yê bi tekoşîneke dûr û dirêj, bi temenekî mezin ev roja xweş dît.
Cenabê wî bi berxwedaneke bê hempa û bi baweriyeke neteweyî, li gor rêbaza pîroz, îro ew berheme ango Kurdistana azad diyarî gelê xwe kir. Ya herî xweş ew e ku mirov piştî azadiyê, kulîlkên welatê xwe bi azadî bêhn bike. Di nava xelkê xwe de bi azadî û serbestî bigere, derd, êş û kêfxweşiyên wan guhdarî û parve bike.
Îro hebûna cenabê serok Mesud Barzanî ji bona me kurdan şanseke mezin û kêfxweşiyeke bê hempa ye. Him cenabî wî bi vê kêfxweşiyê dijî hem jî miletê wî ji ber hebûna wî şanaz e.
Serok Mesud Barzanî çawa ku ji zarokatiya xwe de ji mecbûrî û ji bona azadiya gelê xwe dest avêt çekê û li hember dijimê gelê xwe şer kir. Bi saya wî şerî îro em Kurd kirin xwedî, welatekî azad.
Îro jî cenabê Serok Mesud Barzanî bi nivîsandina dîroka gelê xwe, Kurdan şiyar û zane dike da ku dîrokê rast fêr bibin û bizanibin çi afat, tofan û berxwedan hatine dîtin û kirin.
Serok Mesud Barzanî ne tenê bi şerê xwe yê çekdarî li hember dijmin rawestiya bû, niha jî bi nivîsandina dîroka gelê xwe, şevreşa wî rohnî dike. Şaşî û derewên dagirkeran ku dîroka kurdan serobinî hev kiribûn serrast dike. Ji ber ku cenabê wî dizane ku miletê dîroka xwe nizanibin û nasnekin, zehmete ku azadiya wî bi dest bixe.
Em weke Kurd jî sipasdarê serokê xwe Mesud Barzanî ne ku wî bi şerê çekdarî welatê xwe azad kir û bi nivîsandina dîrokê jî wê avadan dike ku nivşên nû, ciwanên welatê azad dîroka xwe nas bikin…
Ez weke nivîskar û rewşenbîrekî gelê xwe, ji serok Mesud Barzanî re temenekî dirêj, dixwazim ku ew bêtir ji bona me rastiya dîrokê binivîsîne ku gel jî dîroka xwe ya rast fêr bibin. Fêrbûna dîroka xwe azadî û serbestiyê tîne…

Back to top button