CîhanRojev

Kuştina Qedafî xeletî bû

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî, di derbarê mirina rêberê berê yê Lîbyayê Muamer Qedafî got, “Xeletiyek mezin bû ku destûr dan Qedafî bê kuştin.” Tajanî herwiha tekez kir, ku Îtalya bi saya rêkeftinên ligel Qezafî karîbû pêla koçberiyê rawestîne û rewş aramtir bû.

Wezîrê Derve û cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Antonia Tajani derbarê rêberê Lîbyayê Muamer Qedafî ku di sala 2011an de hatibû kuştin daxûyaniyek da.Antonia Tajani li devera Toskanayê di çalakiyeke ku beşdar bû û axvtinek kir û got: Kuştina Qeaafî xeletî bû.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî

Tajani wiha got: “Destûrdayîna kuştina Qedafî xeletiyeke mezin bû. Dibe ku ew ne modela demokrasiyê be, lê mirina wî bêîstîkrara siyasî anî Lîbya û Afrîka. Bê guman ew ji yên piştî wî hatîn çêtir bû.” Tajani her wiha destnîşan kir ku Îtalya bi saya peymanên ku bi Qedafî re hatine kirin karîbû pêla koçberiyê rawestandîbû rewş aramtir bû.


Back to top button